Lekolin Menu

     Login
Nickname

Password

Don't have an account yet? You can create one. As a registered user you have some advantages like theme manager, comments configuration and post comments with your name.

     Search



     Languages
Select Interface Language:


 EDEBÝYAT

GüncelGursel writes "
KURDÝ (1809-1849)
Navê wî Mustefa begê kurê Mehemed begê Ahmed bege, ji qebîla sahibqiranê xelkê Sulemanîyê bû, Di zarutîya xweda li cem zanyarêd þeherê Sulemanîyê hîn bûte, hewesa wî gelek bi nivîsandina þêranra hebûye. Navê xwe þayîrî danye ``Kurdî``, þêrêd xwe bi Kurdî, Farsî, Erebî û Tirkî nivîsîne.
Li welatê Kurdistana jêrîn gerîyaye, çûye Sinne, Sablaxê û Taranê. Li Taranê bûye mamostayê kurêd þahêd eceman, diçû civata nivîsvanan.
Kurdî hevçaxê Nalî bûye, þêrêd wî piranî derheqa dildarîyê hatne nivisandinê, her þêrek derheqa palamarîya (êrîþîya) Tirkan li ser baban hatiye nivîsandin.
Li jêrê min çend þêrêd wî yêd evinîyê û þêra wî derheqa palamarîya Tirka li ser baban guhastine ser Kurmancî.



XWARÝNA MÝN JEHRA MARE
Xwerna min îro jehra, þîrna min ne hat,
Birîna min kevn hate jan, melhema birîna min ne hat.
Min xem xwar, xemê jî xûna cegera min xwar,
Lema girîyam, çend bi çend hêsra min xûnî ne hat,
Xemê serîk li min da, yarê qet serîk li min ne da,
Sebîr û hiþê min çûne, xaretgera dînê min ne hat,
Dil diþewite çîn bi çîn, dikiþe ser hev wek nefer,
Xudana rû agrîn û zulfê çîn-çîn ne hat,
Dide wek hevrîya beharan xûnê digirîne û seda,
Kenîn û xûnça nû sebze perjîna min ne hat,
Guh sera min çewganê mihnetê da ber xwe revand,
Wey ecêb, bo þasîwarê xan zîna min ne hat,
Ketme wexte mirin, xemê ez xistme halê xer-xer,
Kurdî bê kes, ez bi xwe, qet ji cîkî seda þîna min ne hat.

TA KENGÊ VÊ CEWRÊ
Ta kengê vê cewrê û cefa te çav xumarê soxme al,
Dil ji hicr û firqeta te sotîye, reþ bûye wek zoxal,
Çavê te mest û vêl hem þîvav û wehþ kirim,
Qed bi qet qet ne maye aqil, îdrak û kemal,
Banê çavê min bareþî xem wa li ser çîya ketîye,
Xûn berjêr lê dadeçe wek dilopa wêran mal,
Dilbere wa pir kemal û aqil û daniþkê min heye,
Wa min dizanî bêkemale, çimku tifle û xurd sal,
Ey tebîb, eger tu tematê zamî, derdê min çare ke,
T`ake germe germ bo min peyda ke þehdî û sal,
Aþiqî xweþe, ne wek bo min xerîbê qur bi ser,
Dilbera min wek dijmin û ez bi xwe bê kes û aþifte hal.
"



 
     Related Links
· More about Güncel
· News by 3


Most read story about Güncel:
Bay Küçük ve Kürtler üzerine tezleri


     Article Rating
Average Score: 0
Votes: 0

Please take a second and vote for this article:

Excellent
Very Good
Good
Regular
Bad


     Options

 Printer Friendly Printer Friendly


Sorry, Comments are not available for this article.





Lekolin
Page Generation: 0.04 Seconds